
Sindoqa Navnetewî a Pere, bas ji kêmbûna asta geşeya aboriya Îranê û qasa enflasyonê û herwisa bas ji zêdebûna betalî di welatê Îranê de dike.
Roja Sêşemî, 26`ê Xakelêwe, Sindoqa Navnetewî a Pere, “IMF” (International Monetary Fund), di amareke xwe de derheq aboriya Îranê dide xuya, ku asta geşeya aborî di welatê Îranê de nerênî bûye û dê heya %6 kêm bike, herwisa li ser asta enflasyonê bas ji bilindbûna heya %34 dike ku aboriya Îranê dê bi xwe ve bibîne.
Herwisa li ser asta betaliyê jî daye xuya, ku betalî di welatê Îranê de heya %16.3 dê zêde bibe.
Bi wî awayî aboriya Îranê rastî şikestê hatiye û roj bi roj enflasyon di Îranê de ber bi bilindbûnê ve diçe û berpirsên rejîmê jî ti fikrekê bo nakin.