Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Sindoqa Navnetewî ya Pere (IMF): “Paşkevta perê Îranê heta 8.8 milyard dolar dê dakeve”

18:15 - 20 Çirriya pêşîn 2020

Sindoqa Navnetewî ya Pere (IMF) daye xuya, ku paşkevt (Zexayêr Erzî) ya Îranê dê heta 8.8 milyar dolaran dakeve ku sala darbasbûyî 12.7 milyard dolar bû.

Roja Sêşemî, 20ê Çirriya Pêşîn, Sindoqa Navnetewî ya Pere (IMF) di rapora xwe ya li ser Rojhilata Navîn belav kiriye ku, paşkevta pere ya rejîma Îranê di sala 2018an de bi qasî 121.6 milyar dolar bû ku di sala 2019 de bû bi 12.7 milyar dolar û di sala 2020an de dê 8.8 milyard dora be.

Pêka rapora “IMF” ku roja Doşemî 19ê Çirriya Pêşîn, hatibû belavkirinê, paşkevta perê Îranê wan çavkaniyan li xwe digre ku destê rejîma Îranê pêre dighîje û pereyên zewtkiriyên rejîma Îranê di wê amarê de nînin.

Di rapora nû de ji gelempera paşketa perê rejîma Îranê di îsal de ti basek nehatiye kirin, lê daketina paşketa perê rejîma Îranê bi 8.8 milyard dolar dide xuya ku rejîma Îranê rastî krîza paşkevta pere hatiye ku paşhatên wekî enflasiyon, bilindbûna nirxan, daketina perê Îranê di hember dolar, kêmanîna bûdceyê û ji kontrolderketina nirx di ticaretê de çend mînak ji wan paşhatên wê krîzê ne ku aboriya Îranê ber bi Îflasa yekcarî ve dibe.

Herwisa xuya nîne ku pereyê wan neftên ku bi Sûriyê, Vênêzoêla û Çînê re difroşe bo rejîmê vedigere an na.