Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Sine digel rêbaza Dr.Qasimlo peyman nû kirin

17:16 - 13 Tîrmeh (Temûz) 2019

Kurdistanmedia: Endamên Hizba Demokrat li bajarê Sine, di peyamekê de bi boneya 22`ê Pûşperê, peymana emegnasiyê bi rêbaza “Dr.Qasimlo” ve nûkirin.

Peyam wiha ye:

Xelkê xweragir ê Kurdistanê, tekoşerên Demokrat, rêvîngên rêya azadî a nîştiman, azadîxwazên mandû nenas.

Em wekî endamên Hizba Demokrat li bajarê Sine, serê rêz û hurmetê bo we diçewînin û serbilindane şanazî ji ve re dikin, her wekî hûn dizanin 30`mîn salroja Şehîdbûna rêberê mezin, “Dr. qasimlo” ye.

Îsal di rewşekê de vê salrojê bîr tînin, ku li hemû demekî zêdetir hikûmeta faşîst a komara xedir û xiyanet, asoya tal û reş a wan ber bi dawiyê diçe.

Di heman demê de Kurdên derve ê welat xwepêşandaneke berfireh bi rê ve birin, ku bandora wî xwepêşandanê di paşerojeke ne dûr, di welatên rojavayî xwe dibîne û bêguman pêsîra komara Îslamî digire, her di dema nêzîkbûna salroja terorkirina Şehîd “Dr.Qasimlo”, em sicdê dibin bo dengê çeka xurtên bişeref ên demokrat, wate Pêşmergeyên xebatkar ên Hizba Demokrat, û em ji wan re dibêjin ku hûnin riha wê nîştimanê, û riha rêberê mezin ê naskiriyê cîhanê, “Dr. Qasimlo” yê mezin, bi bûna we aram dibe.

30`mîn salroja terorkirina Şehîd “Dr. Qasimlo” despêka hiluşîna desthelata qirêj a Tahranê ye û bêguman ku text û bextên wan dawî pê hatiye û dîroka reş a komara Îslamî bo heta hetayî dawî pê tê.

Bilind û pîroz be alaya Kurdistana mezin

Yada Şehîdên me berdewam di hiş û bîr û dilê me de ye

Dest û çavê tek bi tekê Pêşmergên Kurdistanê maç dikin

Bêguman emê serbikevin bi siyaseta dirust a HDKÎ ve

Paşerojeke geş û ronahî çavnihêrê neteweya meye

Endamên Hizba Demokrata Kurdistana Îran, li bajarê Sine

21`ê Pûşpera 2719 a Kurdî.