Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Sine û Mihabad yada Dr. Qasimlo bilind radigirin

18:59 - 1 Tîrmeh (Temûz) 2020

Endam, alîgir û dilsozên “PDKΔ di bajarê “Sine” û “Mihabad”ê de, bona bi bîr anîna yadê “Dr.Qasimlo” yê mezin, çalakiyên berfireh yên teblîxî lidar xistin.

Têkoşerên Demokrat û rêvîngên emegdarê rêbaza “Dr. Qasimlo”, di bajarê Sine ya xwînavî de, bona bi bîr anîna şehîd “Dr. Qasimlo”, kolan û xiyawanên bajarê xwe bi wêne, poster û traktên taybet yên 22ê “Pûşper”ê xemilandin.

Wan cihên bajarê Sinê ku têde çalakiyên teblîxî bi rêve çûn ewin: “kolanên Fereh, Çwarbax, Qişlax, Ferece, Mê`irac, Nayser û Şehreka Nûr”.

Herwisa di bajarê “Mihabad” û di devera “Şarwêran”ê de bi li darxistina çalakiyên teblîxî û belavkirina trakt û posterên taybet bi 22ê “Pûşper”ê, yad û bîra Dr. Qasimlo bi bilind ragirtin.

Di gundê “Lec”a “Şarwêran” a “Mihabad”ê de, xortên Demokrat, bi belavkirina wêneyên “Dr. Qasimlo”yê tim zindî, emegnasî û wefadariya xwe li hember rêbaz û armancên wî rêberê mezin, dane xuya.