Navenda amarî a rejîma Îranê belav kiriye, di meha Sermawezê de pêwera giştî bo malbatan gihîştiye “280.6” û pêka meha derbasbûyî “2.0” bilindtir bûye.
Pêka amaran nirxa enflasiyonê ya mehane, parêzgeha “Urmiye” 4.5 bilind bnûye û hevdem nirxa enflasiyona xal bi xal di parêzgeha “Sine”yê de gihîştiye %54.2
Tevî bilindbûna amara bêkaran û tevlîbûna rêjeyek zêde ji heşîmeta Îranê bi bêkarên welat, berpirs û deshilatdar û navendên pêwendîdar yên rejîma Îranê li derheq wê krîza civakî bêdeng mane.
Bilindbûna nirxa enflasiyonê bûye sedema wê ku qata nêvincî a civatgehê ku mûçexwer in û dahateke negur hene, roj bi roj şiyana kirîna wan kêm dibe û hêjariya wê qatê zêde dibe.