Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Sine/ çalakvanekî Kurd hat girtin

20:18 - 22 Tîrmeh (Temûz) 2014

Kurdistanmedia: çalakvanekî Kurd xelkê bajarê Sine ji aliyê hêzên îdareya Îtilata rejîma Îranê ve hat binçavkirin.

Kempêna berewanî ji girtiyên siyasî û sivîl bilav kir, roja Yekşemî 20’ê Tîrmeha 2014’an, Îzet Gulperîpûr çalakê Kurd û sporvanê rişteya çiyavanî, ji aliyê îdareya Îtilata rejîma Îslamiya Îranê ve hat girtin û lêpirsîn kirin.

Li gor raporê, çalakvanê han piştî gazîkirin ji aliyê îdareya Îtilatê ve lêpirsîn jê hatiye kirin û destbiser kirin û malbata Îzet jî ji çarenivîsa navbirî tu agahiyek li ber dest de nine.

Îzet Gulperîpûr pêştir jî di 9/4/2014’an de hatibû girtin û bo heyamê mehekê di girtîgehê de mabû ku piştre bi danîna wesîqê hatibû berdan.

Navirî di çend rojên derbasbûyî de ji aliyê dozgeriya Şoreşa bajarê Sine ve hatibû dadgehî kirin û bi tometa çêkirina pişêwî di tenahiya neteweyî de ceza sê meh girîtîgeh bi ser de sepandin.

Ji aliyek din ve jî di bajarê Selmasê a ser bi parêzgeha Urmiyê, çalakvanekî sinvî a bazara vî bajarî bi navê Mehmûd Abidînî ji aliyê hêzên Ewlehî yên rejîma Îslamî ya Îranê ve di malê de hat girtin û bo ciheke nediyar veguhast in û hemû kelûpelên takekesî weke kamêra, alboma wêneyên malbatê û herwiha rêsîwêriya mahwarê jî zewt kirin.