Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Sine/ Di 7 mehan de 40 kes seba şewat, gazgirtin û ketina nav avê, mirin e

15:55 - 16 Kanûna pêşîn 2013

Kurdistanmedia: Heyamê 7 mehên yekema sala 1392\'a Rojî, li parêzgeha Sine 16 kes seba ketina nav avê xendiqîn û 24 kes jî bi sedema jehrîbûna bi gaza CO2 û şewatê canê xwe ji dest dan e.


Li gor nûçegihaniya Mêhir li devê berpirsê Pizişka Yasayî a parêzgeha Sine bilav kir, heyamê 7 mehên yekema sala 1392\'a Rojî, 16 kes di nav bendav û çeman de xendiqîn e û canê xwe ji dest dan e.
Li gor serhejmariya hatî tomarkirin, 13 kes ji ew kesên ku xendiqîn e, mêrin û 3 kesin din jî jin in.
Amara ku ji aliyê îdareya giştî ya Pizişka Yasayî a parêzgeha Sine ve hetiye bilav kirin, li gor 7 mehên yekema sala derbasbûyî, 17 kes hatiye ragihandin ku mirin e.
Berpirsên giştî yê îdareya Pizişka Yasayî a parêzgeha Sine da zanîn ku 24 hemwelatiyên din bi sedema jehrîbûna bi gaza “dî oksîda karbonê” û şewatê, jiyana xwe ji dest dan.

Di nav wan 24 kesane de 11 kes bi sedema jehrîbûna bi gaza CO2 û 13 kes jî bi sedema şewatê, jiyana xwe ji dest dan e.
13 kesên ku bi sedema şewatê canê xwe ji dest dane 10 kes jin bûn e û 3 kes jî mêr.