Kurdistanmedia: Şivra melayan ên bajarê Sine givaş bo mamostayên olî yên vî bajarî anîn û bi wan ragehandin ku dibe di roja diyarkirina Wîlayeta Feqîh de cejna Remezanê bigrin.
Li gor rapora Kurdistanmedia, roja Yekşemî 27’ê Tîrmeha 2014’an, rejîm bi bang kirina mamostayên olî û rêkirina kurte nameyên gefxwarî, li hewla birêve birina cejna Remezanê di roja diyarkirina Wîlayeta Feqîh de bû ku tevî berengariya giştî a xelkê rûderû bûn.
Di bersiva hewlên rejîm ji bo birêve birina armanca siyasetên xwe di diyarkirina merasiman de, mamosta û hemwelatiyan ragehandibû ku roja cejnê tevî bajarê Silêmaniyê digrin.
Bi dijayetiya mamostayan û hemwelatiyan, rejîm ava piraniya taxên bajarê Sine di roja Duşemiyê de qut kirin û di encam de meşa narizayetiya hemwelatiyan li ber deriyên waliyê bajarê Sine hate gorê.
Di wê pêwendiyê de rejîma Îslamî a Îranê rojek pêştir ragehandibû ku ji hegera birêveçûna roja cejna Remezanê tevî misilmanên welatên deverê, mamostayên olî binçav û digrin.
Herwiha hemwelatiyên peyrewên mezheba Sunî ku roja Duşemiyê weke roja Cejna Remezanê diyar kiribûn bûne armanca êrîşa hêzên rejîma Îranê û herwisa şer û pevçûn di navbera hêzên Întizamî û Selefiyên mizgewta Kanî Kûzele a bajarê Sine ku bo birêve birina nimêja cejnê kom bibûn, qewimî.