Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Sine/ Xemsariya dikturan bû sedema mirina zarokeke sawa

19:32 - 10 Nîsan 2014

Kurdistanmedia: Seba xemsariya pîzişkan ên naxweşxana Bêsetê li bajarê Sine, zarokeke sawa ku tezê ji dayîk bûyî xelkê bajar Merîwanê, canê xwe ji dest da.

Li gor rapora Kurdistanmedia, Roja Çarşemî 9’ê Nîsan a 2014’an, xemsariya pîzişkan û kadrê dermanî yên nexweşxana Bêsetê li bajarê Sine û lênepirsîna zû bo jineke ducanî runiştiyê bajaroka “Kanî Dînar” bi navê “Dilara Mehmûdî” bû sedema can ji dest dan zarok sawa.

Çavkaniyeke hayîdar bi nûçegihanê Kurdistanmedia ragihand: Ew jina Kurd di demekê de ku serdana vê nexweşxanê kiriye ku dikturan ji encamdana neştegeriyê xwe veşartin e û xemsariya pîzişkan bûye sedema mirina zarokeke sawa.

Dilara Mehmûdî rojek pêştir wate roja Sêşemî seba bê îmkanatiya naxweşxana Merîwanê çûbû bo nexweşxana bajarê Sinê.

Di vê pêwendiyê de, jineke din bi navê “Ferîdê Husênî” xelkê devera Hewramanê roja Înê 28’ê Adar a 2014’an, li nexweşxana Bêseta bajarê Sine, seba xemsariya kadrê pîzişkî û dermanî canê xwe ji dest da.

Li gor raporê, zaroka teze ji dayîk bûyî (Zaroka sawa)ya wê jinê paş 3 roj di vê nexweşxanê de canê xwe ji dest da.

Şaşitiya pîzişkan û xemsariya pisporên nexweşxanê, li deverên Kurdakincî berdewam dibe bayîsa mirin û seqetbûna hemwelatiyên Kurd.

Di vê pêwendiyê de di heyamê vî salê de, jineka Kurd bi navê “Curciya Etmanî” keça Fetila akinciyê gundê “Zûla”a ser bi bajarê Selamsê ku seba pevçûna varê tendurustiyê bo nexweşxanê biribûn, lê seba şaşitiya pîzişk yê kadrê nexweşxaneya Selamsê jiyana xwe ji dest da.
Jina han ya Kurd ji ber xirab lêdan(weşandin)a derziyê ji aliyê pîzişkê nexweşxana Selmasê ve, rewşa tendurustiya wê xirabtir bû û di encam de canê xwe ji dest da.

Serbarî xemsarî û şaştiya pîzişkî şepolên parazîtê yek ji sedemên mirina jinên ducanî û seqetbûna zarokan li deverê Kurdakincî de ye.

Li gor raporan, li nexweşxana Bêsetê a bajarê Sine di heyamê 1 roj de, 15 zarokên seqet ji dayîk bûn e ku hemû xelkê gundên ser bi devera bajarê Dîwanderê bûn.

Di heyamên çend rojên derbasbûyî de navendên Ewlekar yên rejîma Îslamî ya Îranê û bi xasmanî Sipaha Pasdaran, bo pêşîgirtin ji veşana kanalên mahwarê û medyayên Kurd yên opozîsyonên rejîma Îslamî ya Îranê li Kurdisatnê, parazîtê dixe ser wan TV yanê.

Li gor rapora hatî tomarkirin, seba şaşitiya pîzişk û herwisa şeplên parazîtê 21’ê Adarê heya 10’ê Nîsan a 2014’an de ku dike 21 roj, 6 hemwelatiyên Kurd ku 4 kes ji wan zarokên sawa bûne, canê xwe ji dest dane.