
Kurdistanmedi: Heya niha jî, sinetkirina keçkan li gorî edetên berê, di hin parêzgehên Îranê de berdewam dike.
Kamil Ehmedî, lêkolerê mijarên çandî û xelknasiyê, daye xuyakirin ku, sinetkirina jinan di Îranê de, ber bi kêmbûnê ve diçe, lê %50 ji keçkên li deverên parêzgeha Homozganê heya niha jî, pêka edetên berê tên sinetkirin, û herwisa ev mijara di hin deverên Îranê de, berdewam dike.
Lêkolîna ku, “Kamil Ehmedî” lêkolerê mijarên çandî û xelknasî, li sala 1384`an heya sala 1394`an encam daye, berfirehbûna mijara sinetkirina jinan, di çar parêzgehên Îranê yên wekî, Hormozigan, Kirmaşan, Kurdistan û Azerbaycana Rojava de nîşand dide.
Wî lêkolerî derheq mijara han de, pirtûka bi navê “Sinet” (Edet) nivîsiye, û heriwsa navbirî li ser vê baweriyê ye ku, di deverên ku çalakvanên mafê jinan tu çalakî nebûne, lê bi sedema guherînkariya dîtingeha nifşa ciwan ya derheq sinetkirina jinan de, û çûna gundiyan bo bajaran û mirina jinên ku karê sinetkirina keçkan encamp didan, bûye sedem da ku, amara sinetkirina jinan di Îranê de kêm bibe.
Her di vê pêwendiyê de jî, wî lêkolerî daye zelalkirin ku, mijara han pêwendiya rasterast digel azardana keçkên zarok de heye, û herwisa gotiye ku, sinetkirina keçkan di gundan de zêdetir e, û ev jî bi sebeba lawazbûna aborî û çandî di van deveran de ye.