
Kurdistanmedia: Endamên nehênî yên PDKÎ li bajarê Şinoyê, bi boneya şeva Yelda û roja jidayîkbûna pêxemberê aştîyê, Şehîd Dr. “Qasimlo”, peyamek belav kirin.
Peyam wiha ye:
Di wê şevê de bû ku, rojê tîrêja rûnahî ya xwe, di ser Rojhilatê Kurdistanê de belav kir û esmanê Kurdistanê di wî şevê de bi şanaziyê ve, wî tîrêja rûnahiya xwe di nav dilê xelkê Kurdperwer û mandînenasê Rojhilatê de, bi cih hişt û ew tîrêja rûnahiyê pêşkêşî xelkê Kurdistanê kir, lê mixabin gelek zû ji cem me çû.
Niha jî ew tîrêja rojê, di nav dilê xelkê de, rojbiroj geştir û xweştevîtir bûye, ew tîrêja rojê ti kes nebû bilî, Şehîdê Nemir, Dr. “Ebdulrehman Qasimlo” ku, di cîhanê de bi sembola dadperwerî û pêxemberê aştîyê, hatiye naskirin.
Em wekî Teşkîlata Nehênî ya PDKÎ, li bajarê Şinoyê, di wê şevê de, bo carekî din, peyman nû dikin û bi xwîna paqij a nemir Dr. “Qasimlo” û hemû Şehîdan û herwisa em bi Alaya pîroz a Kurdistanê sund dixwin ku heya dawiya jiyana xwe emegnasê PDKÎ bin û dirêjederê doza wan bin.
Bijî PDKÎ, bijî “Qasimlo”, bijî “Şerefkendî”, merg û neman bo rejîma tarîperest a axûndî, biherife dîktatoriya rejîma Îslamî ya Îranê.