Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Sînorê “Perwîzxan”, zêdetir pirsgirêka wê bo xelkê heye

12:28 - 28 Çirriya paşîn 2020

Sînorê “Perwîzxan” ku derwazeya bazirganî ya navbera herêma Kurdistan û Rojhilatê Kurdistanê ye, bi sedema vê ku ti xizmetguzarî û avedaniyekê lê nakin, wêran e.

Kedkarên wê derwaza bazirganî bas ji vê yekê dikin ku, pirsgirêkên wê sînorê ev hine zêde ne ku welatî û kedkar bê hivî kirine li hebûna qazancekê ji wê derwazê.

Rewşa sînorî ya “ Perwêzxan” bi sedema baranbarînê, rewş gelek xirap dibe û ti xizmetguzariyek tine heta cihek bo bêhnwedana demkî jî nîne.

Kedkar dibêjin, bîmeya me ya malnişînkirî nîne. Mehê 3 rojan pereyê bîma wan ji aliyê kompaniyan ve tê valakirin û piraniya caran jî perê wan 3 rojan jî nadin, kedkar tenê bîmeya dermanî hene ku ew jî wek xwe ku dibêjin digel bîmeya azad cudahiyek wiha tinîne.

Li gorî yasa, dibe kedkar bo valakirina barê maşînan bi dor biçin, lê kompûaniya kedkarî alîgirî û xizmgerayî dike.

Kompanî bo qazancên xwe ji kedkarên azad mifahê werdigrin û bo valakirina her barekê tenê 5 hezar dînaran didin, eva jî her bi xwe karekî ne yasayî ye, çimkî mafê kedkarên wan kompaniyan e ku baran vala dikin, lê piraniya rojan kedkar bê pere vedigerine malên xwe.

Kedkarên xelkê Îranê bo valakirina barê kamyonekî mezin 7 hezar tumen û bo maşînên biçûk 5 hezar tumenan werdigrin, ku eva jî mehane diçe nav hesaba wan.

Ji aliyekê din ve nûnerê rejîm li meclîsê 200 kedkar di vê derwazeya sînorê zêde kiriye ku heya niha tev 2 hezar kedkar li vir hene.

Ev gumirge dahatekî baş heye, lê ti xizmetguzariyek bo avedankirinê lê nakeve.