
Sipaha Pasdaran a terrorist gefan dixwe ku ji egera her alozî û tevdaniyekê di navxweya Îranê de, hoşdarîya weşandina derbeke bihêz dide dezgehên hewalgirîyên welatên rojava yî.
Husên Taîb, serokê deftera hewalgirîya Sipaha pasdarên Îranê di hevpeyvînekê de bo ajansa Faris a nîv fermî ya Îranê dûpat kir, di wê rewşê de, rojavayî û kirêgirtîyên wan di hindirê Îranê de dê rûbirûyê şepîlaxeke ( zîlee) bi azar a dezgeha hewlgirîya Îranê bibin. Got jî: di egereka weha de, em temaşakar nabîn.
Ta`îbê terorîst got: Dezgeha hewlgirîya Îranê gelek bi başî haydarê pilanên dijminane ku dixwazin kirêgirtîyên xwe bikar bihînin bo duristkirina tevdaniya di nav Îranê de.
Amaje bi wê yekê jî kir, dijminên Îranê cehd kirin bi rêya giwaşên abûrî xelkê neçar bikin daku çend girûpên têkder durist bikin.
Behsa wê yekê jî kir, piştî ku Qasim Suleymanî, fermandar sipaha quds çiqa Sipaha Pasdaran ji alîyê Amerîkayê ve hate kuştin, şerê hewalgirîya Tehranê li gel Waşintunê kevtîye di qonaxeka nû de.