Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Sipaha Pasdaran dest bi ser 3 belemên Kuweytê de girtin

18:29 - 20 Kanûna Paşîn 2020

Kurdistanmedia: Spaha Pasdaran a terorîst, di qiraxava bajarê Mahşehrê de, dest bi ser 3 belemên Kuweytê de girtin.

Roja Yekşemî, 29`ê Befranbarê, 3 belemên masîgirtinê yên Kuweytê, ji aliyê hêzên dewera 3 a Behrî a Spaha Pasdaran a terorîst ve, di qiraxava Mahşerê de, dest bi ser de hatine girtin û 9 kes di wan 3 beleman de, hatine destbiserkirin.

Spha Pasdaran a terorîst a rejîma Îranê, ragihandiye ku ”ew belemane bi awayekî neyasayî hatine nava avên Îranê”.

Elîriza Ehmedî fermandê nawgurûpa serbazî ya Nawça 3 a Behrî a Spaha pasdaran, di qiraxava bajarê Mahşehrê de, daye xûyakirin ku, ew 3 belem li derdora pêgehên neftî yên di qiraxava Mahşehrê de, dest bi ser de hatine girtin.

Masîgirên li naw avên wê dewerê, zaf caran, bi sûçê derbasbûna neyasayî bo nawa avên wî welatî, têne destbiserkirin û piştî heyamekê girtin û lêpirsînê, têne berdanê.

Spaha Pasdaran a terorîst a rejîma Îranê, berê jî, bi hêceta derbasbûna bo naw avên Îranê, dest bi ser hindek belemên Masîgirên welatên dewera Kendavê de girtibûn.

Berpirsên Kuweytê, heya niha, ti dijkiryarek li hember wê nûçeyê, nîşan nedane.