Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Sipaha Pasdaran rê neda ku merasima Bozê Sîna bi rêve biçe

12:23 - 25 Hezîran 2021

Roja 24ê Hezîranê salroja derêxistin û çikandina tabloya Bozê Sîna, ji aliyê Turkên Azerî veye.

Roja Pêncşemiyê 24ê Hezîranê ku qirqr bû çendîn girûpên Çiyavanî ji herêmên cudaye Rojhilatê Kurdistanê digel parek ji xelkê herêma Mirgewer serkevne ser bilindahiya Çiya yê Bozê Sîna, da ku livê merasimekê birêve bibin, lê hêzên terorîste Sipahê, li pişte gundê Gêsyanê berahîka xelkê girtin û nehêlan tu kes biçe ser Bozê Sîna.

Hêzên Sipaha Pasdaran ji bilî hindê, gef ji xelkê kirin ku ev dê heya êvariya roja Înê dê wan deran bimînin û îznê nadin kes biçe livê û heçî kesê ku bixwaze biçe ser Bozê Sîna, dê bi awayê tund bête ceza danê.

Xelkê Mirgewer û girûpên dinê ye Çiyavanî, li ser daxwaza girûpa Çiyavanî a Bênara Mirgewer dixwastin wê rêvresmê birêve bibin.

Sala derbasbûyî hin Azeriyên Urmiyê ku bo geryanê serdana bilindahiya Çiyayê Bozê Sîna kiribûn, Tabloya navê Boz şikandibûn, piştî hingê xelkê Mirgewer ku car din ev Tablo danan, hin Azeriyên tundajo bi haydan û pîlana rejîmê û bi armanca çêkirina netifaqiya di navbera Kurd û Azeriyan de, kevtne gef kirinê ku ev der Kurdistan nîne, ewa jî bû sedema bersiva Kurdan.

Gorî zaniyariyan rejîmê dil hebûye ku îsal jî hin azeriyan hay bide û bişîne Bozê Sîna da ku hesasiyeta zêdetir çê biket û kêşa di navbera Kurd û Azeriyan mezintir biket.