Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Sipaha Pasdaran tola xwe ji ziyaretgehên Cihûyan distîne

12:53 - 16 Gulan 2020

Gorî nûçe û zaniyariyan, roja Înê 15 ê meha Gulana 2020 an, Meqbere û ziyaretgeha kevnare Cihûyan ya bi navê Ister û Mordixay, li bajarê Hemedanê, hatiye şevitandin.

Herçiqas ji aliyê Îsra`îl û Cihûyan ve hatiye ragihandin ku ev Ziyaretgeha ji aliyê Sipaha terorîst Pasdaran ve hatiye şevitandin, Canatan Grînblat serokê yêketiya bi dijî tundajoyî yê ragihand Agir tê berdana Mezargeha Pîroze Cihûyan cihê nîgeraniyê ye û rejîma Îranê berpirsyare û divê wan kes û aliyên ku şeva Înê Agir berdane wê Ziyaretgehê, peyda bike û ceza bide , û herwisa soza parastina cihên pîroze kêmaniyên Olî biparêze.

Her di vê derheqê de Îlan Kar Istkatês nûnerê taybete Amerîka bo berevanî ji Cihûyan, ev kiryara han şermezar kir.

Fedrasiyona Cihûyê Îranî-Amerîkayî,di daxûyaniyekê de xembariya xwe da xûya kirin û daxwaz ji deshilatdarên Îranê  kir ku sebebkarên Agir tê berdana Meqbera Mordixayî ceza bide.

Mezargeha Istêr û Modixayî, cihê bi axê sipartina Cihûyane.

Tête gotin ku ev Mezargeh ji aliyê Sipaha pasdaran a terorîst ve hatiye şevitandin.

Sipah û rejîma Îranê ku di nava Sûriyê de berdewam dikeve ber êrîşa Isra`îl, û livê û di meydana şer de şiyana berevaniyê ji xwe çinine, tên kîn û dijminayetiya xwe bi ser mezargehekî hezaran saleye Cihûyan di nava Îranê de dirijin.