Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Sipaha terorîste Pasdaran bûye berevankarê Çînê

12:41 - 8 Nîsan 2020

Îdara siyasiye Sipaha Pasdaran bi tundî bersiva berdevkê Wezareta tendirustiya rejîmê da û ragihand ku axivtina Kiyanûş Cihanpûr bûye cihê dilmayîna Çînê û dibe em dilê Çînê bikirin.

Îdara siyasî a Sipaha terorîste Pasdaran, ragihand ku qisên berdevkê Wezareta Tendirustiya Îranê, li derheq belavkirina amara neserrast ji aliyê Çînê ve li ser Korona yê, bi axivtineke neberpirsane, bêçine, bi dijî berjewendiya netewî, nebicî, dûr ji karnasî, cihê daxbariyê da zanîn  ku bûye sebebê dilmana Balyozê û Dewleta Çînê, Sipahê tekesî kir ku dibe gelek zû ber dilê Çînê ve bên û dibe egera hindê bête berhevdanê ku dê encama lêkevta wan cure axivtinane, di pişta perdê de çawan bête çêkirin.

Sipaha Pasdaran tewî daxbariya xwe ji axivtina Kiyanûş Cihanpûr, li der barê rast belav nekirina amara Korona yê ji aliyê Çînê ve, ev axivtin sedema aciz bûn û dil mana Balyozê Çînê , weke yêk ji piştîwanê rejîma Îranê da zanîn.

Kiyanûş Cihanpûr berdevkê Wezareta Tendirustiya Îranê, 3 Rojan berî niha gotibû: Zaniyarî û amara ber Vîrûsa Korona yê ji aliyê Çînê ve , rast nebûn û zêdetir weke laqidîkirina Çînê bi hemî Cîhanê dihate zanîn.

Sipaha Pasdaran ku hêzeke çekdare û gorî yasaya xudî rejîmê jî selahiyeta karê dîplomatîk çinîne, bona berewanî ji Çînê êrişî ser deshilatdarên rejîmê dike, û lêre daye ku îsbat dibe sipah di Îranê de qisa yêkim dike û ewa ewe ku siyaset û peywendî û berjewendiya rejîmê diyarî dike, ne dewlet û serkomar û organên fermî.