Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Sir û seqemê 30 milyard Tûmen zirar gehande baxên Merîwanê

16:25 - 14 Nîsan 2014

Kurdistanmedia: Sir û seqemê di çend rojên derbasbûyî de bax û bostanên xelkê bajarê Merîwanê tûşî zirarek çend milyardî kiriye û rêjîma Îranê jî bi tu awayekê zirarên wan baxdaran ji berçav negirtiye.

Nûçegihanên navxweyî Îranê bilav kirin, dabezîna pileya Germî a keş û hewa û hatina sir û seqem di nav çend rojane de zirareke mezin gehande baxên bajarê Merîwanê û derdora wî û ji ber wê hemû berhema kişawerzan (werzêran) li nav diçe.

Li gor raporan, rêjeya ziraran li %10 ve heya %100 bo darên weke Sêw, Guêz û Badam kêm û zêde û her wisa 12 hezar û 180 ton berhem ji nav biriye.

Piraniya rûniştiyên gundên derdora Merîwanê, bijîwa jiyana xwe ji rêya werzêrî û baxevaniyê bi dest dînin.

Ji aliyek din ve li parêzgeha Îlamê bi hatina Gijgijok û sir û seqemê xisareke mezin gehandiye piraniya berhemên werzêrên hemwelatiyên wê deverê.