Pêka beşek ji belgeyên Şirketa Balafirvaniya “Mahan”ê ku heyamek berî niha rastî êrîşek saybirî hatibû, hatiye eşkerekirin ku ew şirkete bûye cihê veguhastina hêz û cebilxaneya Spaha Pasdaran û Spaha Qudis a terorîst bo welatên Sûriye û Lubnanê.
Dawî êrîşa saybirî bo ser Şirketa Balafirvaniya “Mahan Ir”ê ku bû sedemê eşkerebûna pêwendiya wê Şirketê digel Spaha Pasdaran û Spaha Qudis; ew êrîşe ji aliyê girûpek saybêrî ya bi navê “Huşyaranê Weten” ve di roja Yekşemî 30`ê Xezelwerê de hatibû kirin û sîstema wê şirketê ji kar xistibû, û karî bû dest bi ser beşek zêde ji belgeyên wê şirketê de bigire.
Di vê derheqê de Serokê beşa Pêwendiyên Giştî a wê şirketê “Emîrhusên Zuwelnewarî” gotibû, ku “heta niha çendîn car bi vî awayî êrîş hatiye kirin”; lê me kontrol kiriye û wê carê jî me karî kontrol bikin, lê gotinên navbirî tejî bû ji çewtekarî.
Grûpa “Huşyaranê Weten” yekem daxuyaniya xwe roja 26ê Xezelwerê belav kir û xwe bi xelkê Ehwazê dane nasandin, û piştî çend rojan bi belavkirina twittekê ragihandin me di vê êrîşê de belgeyên nihênî li derheq pêwendiya balafirên Mahan digel Spaha Pasdaran bi dest xistiye.
Girûpa êrîşker bi belge balav kiriye ku di sala 1396an de kesek bi navê “Hemre Hemre” 70 hezar car ji “Tehran” ê ve bo “Demişq”ê rêvîngî kiriye û ya balkêş eva ye ku gelek caran di seferekê de navê 100 kes bi “Hemre Hemre” hatine tomarkirin û ber bi Sûriye û Lubnanê ve çûne ku hemû hêzên ser bi Spahan Pasdaran bûne.
Grûpa “Huşyaranê Weten” soz daye ku di rojên dahatî de dê belgeyên din ji wê şirketê belav ken.
Şirketa balafirvaniya “Mahan Ir” di sala 2019an bo bi tawana veguhastina cebilxaneyan bo welatên din ji aliyê Saziya Navnetewî ve hate tehrîmkirin. Herwisa ew şîrkete bi veguhastina vîrûsa Korona ji Çînê bo Îrabê jî hatibû tawanbarkirin.