Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şîrketa Folada Xûzistanê bi sedema êrîşa saybirî hate daxistin

12:49 - 27 Hezîran 2022

Şîrketa Folada Xûzistanê îro sibêdeha roja Duşemî, rastî êrîşek sayir hat û wê şîrketê ji ber pirsgirêkên teknîkî nikarî karê xwe berdewam bike û heta heyamekê hate daxistin.

Malpera wê şîrketê niha berdest nîne, lê şîrketê li ser kanala xwe ya Telegramê ragihand, ew êrîşe saybirî bûye û ji ber qutbûna berqê û xetên berhemanînê, ziyan negihiştiye wê şîrketê.

Êrîşên saybirî ên li ser binkeyê girîng û hetyar ên Îranê di van salên dawî de gelekî zêde bûne, di nav wan de êrîşa Xezelwera sala 1400an li ser benzînxaneyan û yek din jî 12ê Cozerdanê li ser sîstema şaredariya Tehranê bû.