Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şirovekarê Quranê tobe dike

11:42 - 28 Çirriya paşîn 2019

Kurdistanmedia: Şirovekar û wergerê “Quran”ê xwe ji gotinên xwe yê berê ku gotibû xwenîşander kafir in, nake xwedan û dibêje hekî min wisa gotibe, tobe dikim.

Şirovekar û wergêrê “Quran”ê, Ebulfezil Behrampûr, 5`ê Sermawezê, di civînekê de digel kanalekî ser bi rejîma Îranê de bas kir ku, Îran rastî kafiran hatiye û kesên desteserkirî serbazên Amerîkayê ne, û pêka Ayeta 33`a Sûreya “Ma`ide”, dibe ew bi êş û jan bên kuştinê û dibe wan îdam bikin û dest û pêyê wan bibirin, û ew dujminê Xwedê ne.

Axavtinê wî wergêrê Quranê di demekê de ye ku, Karbidestên rejîmê bi mifahvergirtin li qurana pîroz dixwazin, hevwelatiyên xwe bi awayekî hovane serkut bikin.

Ji aliyek din ve jî, Ebulfezil Behrampûr di hevpeyvîneke din de digel rojnameya “ILNA”ê ya ser bi rejîmê bê şermanane li axavtinên xwe xwedî derneket û got, gotinên min bi şaşî hatine fam kirinê, û pirsgirêk ji mine ku min nekariye bi başi şirove bikim, ber wê hindê ez “Tobe” dikim. Ez bixwe yekek ji wan neraziyan im.

Karbidestên rejîmê piştî serkutkariyeke hovane û kiryarên dijî mirov, bi eşkerebûna wan serkutkariyan ji aliyê civtgeha netewî û navnetewî ve, rejîmê ji tiresa xwe ve, ji kiryarên xwe paşekêşî dike.