Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şirovekarekî siyasî û nêzîk ji Serokwezîrê Îraqê di Bexdayê de hate teror kirin

13:35 - 7 Tîrmeh (Temûz) 2020

Şewa Duşem li ser Sêşemiyê Karnasek û şirovekarekî siyasî bi navê Haşim El Haşimî, ku gelek nêzî Mistefa Kazimiyê Serokwezîrê Îraqê bû kevte ber êrîşekî terorîtî û hate kuştin.

Haşim El Haşimî li nêzîk mala xwe kevte ber desrêjiya gulan ji aliyê kesên nenaskirî ku ew dişopandin.

Dest bi cî tilya sûçdariyê û terora El Haşimî, bo rejîma terorîstperwere Komara Îslamî û taqm û girûpên girêdayî bi wê, hate dirêj kirin.

Gelek jêder û aliyên Îraqî di encama jêkolînên destpêkî de radigehînin ku pîlanrêjiya wê terorê ji aliyê Sipaha terorîste Pastaran ve hatiye cîbicîkirin.

Çimku El Haşimî çend demjimêran berî terora xwe di bernameyekî televîzyonî de, li ser pîlan û destêverdana rejîma Îranê û Sipaha Pastanan, axivîbû.

El Haşimî hertim bi dijî rejîma Îranê û Milîsên girêdayî bi îranê, di nava Îraqê de bû, heya niha çendîn caran qefa kuştinê jê hatibû kirin.

Mistefa Kazimî yê Serokwezîrê Îraqê, piştî terora Haşimî, dem û dest , fermandê leşkerê Yekim ya Polîsê Fedral li ser kar vêde da, çimku parastina vê dewera Bexda yê, ustê vê Leşerê bû.