Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Sirr û seqama zivistanê malbatek xembar kir

12:41 - 22 Şibat 2019

Kurdistanmedia: Bi sedema sirr û seqemê ciwankî Kurd yê xelkê bajarê Urmiyê li ser sînorê bajarê Bane canê ji dest da.

Li gorî raporta Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê ku belavkiriye, roja Sêşemî 30`ê Rêbendanê (19`ê Şibatê), ciwanê Kurd yê bi navê “Metîn Silêmanpûr” temen 16 salî û kurê Cebar, xelkê devera Qasimlû ya girêdayî bajarê Urmiyê bi sedema sirr û seqamê, li ser sînorê bajarê Bane, canê xwe ji dest da.

Birayê wî ciwanê Kurd, ji Nûçegihaniya “Kurdpa”yê re daye zanîn ku, birayê wî xwestiye serdana Başûrê Kurdistanê bike lê mixabin, li ser sînorê bajarê Bane rastî wê bûyerê hatiye.

Herwisa navbirî da xuyakirin, termê birayê wî ji aliyê rûniştî yên vê deverê hatiye peydakirin.

Herwisa birayê Metîn tekez jî kiriye ku, birayê wî kolber nebûye û kolberî jî nekiriye.

Hêjayê basê ye ku, termê wî ciwanê Kurd di nav axa xwe de bi axê  hate spartin.