Şeva Înê 13ê Cozerdana 1401an a Rojî, têkoşerên gundê “Mîravê” yê girêdayî bajarê “Şino” bo piştevanî ji xebata Hizba Demokrat û gelê Kurd çalakiyek lidar xistin.
Xortên têkoşer yên gundê “Mîravê” bi belavkirina sirûda netewî ya “Ey Reqîb” û gotinên Dr. “Qasimlo” yê rêber bo heyama sê xulekan li ser bilindgoya mizgevta gund belav kirin û carek din wefadariya xwe bi rêbaza Hizba Demokrat û gelê Kurd dane nîşandan.
Ew çalakiye bû cihê kêfxweşiya xelkê gundê “Mîravê”
Xelkê têkoşer bi lidarxistina wê çalakiyê dane nîşandan ku ti hesabekê bo rejîmê nakin û ew rewşa hovnak û tiris ku ji aliyê rejîmê ve hatiye çêkirin, bo wan girîng nîne.