
Kurdistanmedia: Xelkê Parêzgeha Sîstan û belûçistanê bi sedema bêkarî, hejarî û nebûna derfetên kar, gund û deverên xwe bi cih dihêlin û ber bi bajarên din ve koç dikin.
Hevwelatiyên parêzgeha Sîstan û Belûçistan, bi sedema nebûna kompaniya, çandiniyeke bi wec, nebûna av û sedan xizmetguzariyên din, gund û deverên xwe bi cih dihêlin û ber bi bajarên ku derfetên kar têde hene diçin.
Rejîm heya niha ti hewlek nedaye bo xelkê wî parêzgehê û hertimî jî wan serkut dike.
Nûnerê bajarê Zabolê, Hebîb Dehmerdê, di civînekê digel Ajansa Nûçegihaniya Tesnîm a ser bi Spaha Pasdaran a terorîst bas ji koçberbûna %100 a xelkê parêzgeha Sîstan û Belûçistanê kir û daye zanîn, çima di parêzgeha Sîstan û Belûçistanê de kompaniya û pêgehên aborî tinin?
Her roj di gund û deverên parêzgeha Sîstan û Belûçistanê de, parek ji xelkê sivîl dev ji gund û deverên xwe ber didin û ber bi bajarên din ve koç dikin.
Sîstan û Belûçistan xwediyê 2 milyon û 831 kes heşîmet e, û rejîm bi awayekî siyasî û ewlehî mêzeyê wî parêzgehê dike û bi wî sedemê jî, ti sermayeguzariyekî di wî parêzgehê de nake, û hertimî bi awayên cuda xelkê wî parêzgehê serkut dike.