Pêka girte vîdyoyên hatinî belavkirin, sibêdeha roja Şemî 4ê Hezîranê, sîstema paseporta balafirxaneya navnetewî ya Xumeynî li bajarê “Tehran”ê rastî êrîşek saybirî hat û hate hekkirin û bo çend demjimêran ji kar ket.
Jikarketina sîstema balafirxaneya Xumeynî bû sedema vê ku rêvîng çend demjimêran li balafirxaneyê de mehtel bimînin û nerizayetiya xwe nîşan bidin.
Di vê derheqê de karbidestek balafirxaneya Xumeynî bi çalperên rejîmê re daye zanîn û îdia kiriye ku ti sîstemek li balafirxaneya Xumeynî nehatiye hekkirin û tenê pirsgirêkek teknîkî hebûye û ew jî zû hatiye çareserkirin.
Herwisa roja Pêncşemî 2ê Hezîranê 5 hezar kamêrayên şeqaman û 150 malperên bajarvaniya Tehranê ji aliyê girûpa hekirî ya bi navê “Sernigûnî ta Qiyamet” ve hatibûne hekkirin û wêne û siloganên dijî rejîmê û Xumeynî li ser wan malper û kamêreyan hatine belavkirin.
Êrîşên saybirî û hekkirina sîstemên îdare û navendên girîng yên rejîma Îranê di wan du salan de gelek zêde bûne û karbidestên pêwendîdar û kesên girêdayî rejîmê her car bi hêcetekê û bi gotinên çewt wam êrîş û hekkirinane red dikin.