Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Sitada Mafê Mirov a Îranê bi çewtekariyan bersiva Saziya Navnetewî ya Mafê Mirov dide.

11:57 - 5 Kanûna pêşîn 2019

Kurdistanmedia: Sitada Mafê Mirov a Îranê di bersiva Saziya Navnetewî a Mafê Mirov de, ragihandiye ku “înternet ti carî qut nebûye û xelkê bi hêsanî ji zaniyariyan agehdar bûneû Komara Îslamî ya Îranê demokratirîn welatê Rojhilata Navîn e, ti kesek bi hegera xwenîşandanan nehatiye desteserkirinê”.

Çend roj beriya niha ku Saziya Navneteweyî ya Mafê Mirov (OHCHR), ji rewşa qutbûna înternetê û kuştin û desteserkirina neraziyan di welatê Îranê de, nigeraniya xwe nîşan dabû.

Sitada Mafê Mirov a Îranê, bervajiya rastiyan ku her kesek jê agehdare, bi çewtekariyekî bêşermane, wan bûyeran red dike û dibêje ku mixabin Saziya Navneteweyî ya Mafê Mirov (OHCHR), fitneya nav xwenîşandanan, mudaxilekirina Amerîka û asayîşa xelkê Îranê berşav negirtiye.

Çewtekariya rejîma Îranê li derheqê bersivdan bi Saziyên Navnetewî re, di demekê de ye ku, dengdana xwîşandanan û serkut û kuştin û desteserkirina hevwelatiyan çi ji aliyên ragihandinên rejîmê bixwe ve an jî, ji ragihandinên serbixwe ve, bi rojane bas jê tête kirin.

Sitada Mafê Mirov a Îranê dibêje ku, xelkê nerazî her ji aliyê xwenîşanderan ve hatine kuştinê.

Ji aliyek din ve jî, Mihemed Xatemî, serkomarê berê yê rejîma Îranê, bi şermezarkirina xwenîşandana got: “Xamineyî dikare rola yekem û sereke di derheq birêvebirina wan mijaran de, hebe”.

Herwisa Xatemî xwenîşander bi diz û xirabkar daye nasandin û metha Xaminyî kir ku, fermana serkutkirina xelkê daye.