Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şivêrmendê serkomarê rejîma Îranê hevjîna xwe kuşt

17:38 - 29 Gulan 2019

Kurdistanmedia: Şivêrmendê serkomarê rejîmê û şaredarê berê yê bajarê Tehranê, di mala xwe de, bi demançeyî hevjîna xwe kuşt.

Roja Sîşemî 7`ê Cozerdana 1398`an, Mihemedelî Necefî şaredarê berê yê bajarê Tehranê, Pênc gulle li hevjîna xwe reşandibûn.

Wî berpirs û siyasetvanê rejîmê ku, wezîrê berê yê Perwerde û Hînkirinê yê rejîmê bû, îtiraf bi vê yekê kir ku navbirî bi sebeba pirsgirêkên malbatî û di hemama mala xwe de hevjîna xwe kûştiye.

Li gorî axavtinên bikuj bixwe, wî bi sebeba pirsgirêkên malbatî hevjîna xwe kuştiye, lê, hindek zanyarî belavbûne ku bas ji vê dikin ku, hevjîna Necefî xwastiye hindek zanyariyên veşartî yên derheq wî berprisê rejîmê bide eşkere kirin, lê, ji aliyê hevjînê xwe ve hatiye qetilkirin da ku pêşî jê bigire.

Mihemedelî Necefî, çendîn berprisayetî di vê rejîmê de bi stû girtine, yên wekî seroktiya saziyên mîrata Kultûrî, cêhgirê serkomarê rejîmê û wezîrê perwerde û hînkirinê, û … hwd ji van berprisayetiyan bûne.

Nûçegihaniyên girêdayî rejîma Îranê roja Sêşemî 7`ê Cozerdana 1398`an, belavkirine ku, Mihemedelî Necefî şivêrmendê Hesen Rohanî û şaredarê berê yê Tehranê, bi tawana kuştina hevjîna xwe hatiye desteserkirin.

Sibêzoya roja Sêşemî, nûçegihaniyên girêdayî rejîma Îranê, nûçeya kuştina Mîtra Ostad, belavkirine ku, hevjîna duyem ya Necefî di avahiya xwe de li bakûrê bajarê Tehranê bi demançeyê hatiye qetilkirin.