
Kurdistanmedia: Di doma sivikatîkirina bi neteweyên din yên Îranê, vê carê neteweya Belûç kirine armanc.
“Hemîd Semsam” endamê lêjneya Zanist a girûpa Edebiyata zanîngeha Azad a bajarê Zahidanê, bi belavkirin kurte vîdyoyekê di torên civakî de, ji dîtingeha faşîstî a xwe ve sivikatî bi neteweya Belûç û xwendekarên xwe yên belûç kiriye, û her ev jî bûye sebeba kerbvebûn û nerazîbûna xelkê parêzgeha Sîstan û Belûçistanê.
Axavtinên vî mamostayê Zanîngehê yên derheqê Belûçan de, bûye sebeba nerehetbûn û kerbvebûna xelkê parêzgeha “Sîstan û Belûçistanê”, û çalakvanên medenî, xwendekar û xelkê vê parêzgehê, û herwisa di piraniya deverên din yên vê parêzgehê xelk hatine ser şeqaman û meşên nerazîbûnê li hemberî van kiryarên faşîstî û nemirovî yên karbidestên rejîma Îranê lidar xistine.
“Sîstan û Belûçistan” yek ji hejartirîn parêzgehên Îranê tê hesibadin, û xweşbijêviya jiyanê di deverên vê parêzgehê de di asta herî xwarê de ye, û rejîma Îslamî a Îranê jî bi siyasetên nemirovî û faşîstî yên xwe, bizanebûn girîngiyên nade xelkê vê parêzgehê, û her eva jî mezintirîn sivikatîkirin e bi vê neteweyê.
Medyayên girêdayî rejîma Îranê bi wergirtina bûdceyeke zef, berdewam bi darêtina pîlanan û dirustkirina bernameyan, derheqê asîmilasyon û cudahîdanînê di navbera neteweyan de, û sivikatîkirin bi neterweyên din yên Îranê çalakiyan encam didin, û rayedarên rejîma Îranê di seranserê Îranê de vê bîrkirina paremayî ya xwe berfireh dikin.