Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Swîsê çavdêrî li ser xerckirina perê Birîtaniya yê ku bi Îranê re daye, dike

10:51 - 18 Adar 2022

Birîtaniyayê 400 milyon Pond ku bi Îranê re daye, bi nûneratiya Amerîka ji aliyê welatê Swîsê re çavdêrî bi ser xerckirina wî pereyî de tê kirin.

Rejîma Îranê daxwaz kiribû ku ew pere rasterast ji Birîtanityayê bê vergirin, lê Birîtaniyayê ev yeka red kir û di encamê de Birîtaniya û rejîma Înanê gihîştine bi vê qenaetê ku ew pere bi Swîsê re bê dan û ew bi rêya ticareta mirovdostane ve bo banka Saman bê veguhastin û bi nûneratiya Amerîka çavdêrî bi ser xerckirina wî pereyî de bê kirin.

Biryar e ku ew 400 milyon Pond bo beşa derman û xwarinê bê xerckirin.

Birîtaniyayê li hember azadkirina 2 kesên Îranî-Birîtaniyayî yên bi navên “Nazenîn Zaxirî û Enûşe Aşûrî” ew pere daye.

Ew kesane bi tohmeta sîxurî û têkdana ewlehiya Îranê hatibûne girtin û rejîma Îranê wekî barmite li dijî pereyê wan ê li Birîtaniyayê de hatî blokekirin bi kar anî.