
Îranî yek ku bi hegera binpêkirina dorpêçên aborî yên Amerîka li ser Îranê ve, ku di welatê Alman de hatibû destbiserkirin, û qirar bû Alman wî radestî amerîka bike, di gel girtiyekî Almanî li îranê de hate weguherîn û hate berdan.
Roja Duşemî, 28`ê Rêbendanê, Ehmed Xelîlî, girtiyekî Îranî ku li welatê Alman de hatibû destbiserkirin, hatiye berdan, navbirî bi sûçê binbêkirina dorpêçên aborî yên Amerîka li ser Îranê, li welatê Alman de, li sala 1396`an de hatibû girtin.
Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê, Ebas Mûsewî, li ser wê mijarê baskiriye ku, “piştî gengeşeyên zaf yên dîplomasiyê û hevkariya Wezareta Dad a Îran û Îdareya Îtila`ata Spahê(Spah a Pasdaran a terorîs) ve, Ehmed Xelîlî, hatiye berdan”.
Wezareta Dadê ya Îranê ragihand ku beramberî berdana Xelîlî , wan jî Almanek ku li Îranê girtî bû, berdaye.
Ebas mûsewî gotiye ku demek zaf nemabû ku, Ehmed xelîlî, radestî Amerîka yê bikin.
Di meha Sermaweza îsal de, “ Jiya O Wang” ku bi tohmeta sîxurî bo Amerîka li Îranê de hatibû destbiserkirinê, digel Mesûd Silêmanî, ku li Amerîkayê de hatibû girtin, bi weguherîna hepsiyan hatibûne berdan.
êk ji taktikên Îranê bo bandor xistin li ser welatên dinê, girtin û destbiserkirina hevwelatiyên biyanî li hundirê Îranê deye ku, wekî barmite wan bikar tîne bo berdana karbidestên xwe li derveyî welat de.