Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şiyana kirîna kedkaran di 6 mehên derbasbûyî de %32 kêm bûye

11:27 - 14 Çirriya pêşîn 2021

Berpirsê Komîteya Mûçe yê Şêwraya Îslamiya Kar ê rejîma Îranê “Feramerz Tofîqî” gotiye: “Şiyana kirîna kedkaran di dawiya meha Xermanan de bi bereveirdkirin digel rêjeya enfilasiyonê û daketina nirxa perê Îranê, nêzî %32 li hember meha xakelêweya îsal kêmtir bûye”.

Herwisa navbirî gotiye ku nûnerên kedkaran daxwaziyên xwe bo civîna Şêwaraya Bilind a Kar li derheq hewcehiyên jiyana malbatan, ewlehiya kar û dabînkirina xaniyan amade kirine, lê ji aliyê Wezîrê Kar ve bo gengeşekirin li ser wê mijarê ti bersivek bi wan nehatiye dan.

Di halekê de ku Wezareta “Te`avun, Kar û xweçbijîvî”yê amade nine digel Şêwraya Kar civînekê pêk bîne, nûnerê kedkaran di wê şêwrayê de li meha Rezberê gotibû ku aliyê kêm, xercê dabînkirina hewcehiyên jiyanê gihîştiye bi 10 milyon û 700 hezar Tumenî û rewşa jiyana kedkaran û malnişînkiriyan di xirabtirîn rewşê de ye.

Nûnerê kedkaran di Şêwraya Bilind a Kar de gotiye ku meşya bilindbûna nirxa hewcehiyan û xizmetkariyan bi lezgînî zêdetir dibe û îsal bi balkêşandin li ser şikandina rekorda rêjeya enfilasiyonê li Îranê, baştirkirina heqwdesta kedkaran hewcehiyeke bingehîn e.