Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Siyaseta Agir berdana bi her derî ya rejîma Îranê, çi dişopîne?

12:48 - 6 Tebax 2020

Sipaha terorîste pastaran berdewame li ser Agirberdana her derê Îran ê, û bi wê hindê nasekine, ji rêka davûdestkên xwe ve, peşqelê Agir kêşandiye welatên dinêye deverê jî.

Îro serê sibê 6ê Tebaxa 2020 an, di dirêjiya siyaseta Axundan bo Agirberdana welat, Şirketa Damdariya Pakdeşt li Fşafûya bajarê “Rêy” Agir girt û bi temamî şewitî.

Êvariya roja 5ê Tebaxê, demjimêr 6 û nîvan, teqînek di nava Kûra madeyên helandinê, li bajêrokê sene`etî ya Elwend, nêzîk bajarê Qezwînê qewimî, di encamê dehan kes ji kirêkarên têde birîndar bûn, lê heya niha çi zaniyariye li derheq sedemên teqînê eşkere nebûne.

Rejîma Îranê di dirêjiya siyaseta xwe ya nehêminkirina deverê de, agir kêşande nava welatên dinê.

Piştî teqîna mezine Beyrût ê, şewa derbasbûyî, pitir ji 20 embarên madeyên xwarinê, li bajarê Necef a Îraq ê Agir girtin û ji navçun.

Herwisa şewa derbasbûyî 5ê Tebaxê, Agir berbû bazarekî mezine madeyên xwarinê li bajarê Ecman a welatê Imarat ê.

Bi berçavgirtina wan Agirpêkevtinên ku ji Bihara îsal ve di nava Îranê de çêbûne, û hemî sinaryo û pîlana Sipaha terorîste pastaran e ku welat vêran bike fikra xelkê pêve mijûl bike, lewma ew gumane heye ku rejîma Îranê bi armanca nehêminkirina deverê û derbelêdan ji abûriya welatan, ji rêka kirêgirtiyên xwe ve, sebebkarê sereke yê qewimîna wan bûyerane ye.