Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Siyasetmedarê Kurd Bayram Bozyel hat binçavkirin

11:26 - 9 Çirriya paşîn 2021

Nivîskar û Siyasetmedarê Kurd, Cîgirê Serokê Gistî yê Partiya Sosyalista Kurdistanê-PSKê Bayram Bozyel, ji aliyên polêsên Turk ve hate binçavkirin.

Roja Yekşemiyê 8`ê Çirriya paşîn a 2021an, li Amedê polîsên Turkiyê bi ser mala Cîgirê Serokê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) Bayram Bozyel, girtin û Bayram Bozyel binçavkirin, gelek nivîs û pirtok û tiştên wî ji aliyê polîs ve dest biser de hatine girtin.

Herwisa gorî daxûyaniyên part û aliyên siyasî yên Kurd li Bakûra Kurdistan, polîsên Turk di operasiyonekî berfireh de li çend bajarên Bakûra Kurdistanê bi ser malên xebatkarên siyasî de girtine û aliyê kêm 18 kes ji berpirsên HDP, DBP û ESPê jî destbiser kirin.

Serokê Giştî yê PSKê Mesûd Tek li derheq binçavkirina Bayram Bozyel ragihand: “Ev 30 sal in ku Kekê Bayram kar û xebatên legal yên siyasî dike. Wî tiştekî veşartî nekiriye û partiya me jî ne partiyeke alîgirê tund û tûjiyê ye. Partiya me partiyeke legal e, demokrat û aşitîxwaz e. Desteserkirina Kekê Bayram di operasyona li jêr navê li dijî terorê de, tenê cehda xapandina raya giştiye .

Partiyên Kurdistanî bi weşandina daxûyaniyandaxwaz kirin ku Bayram Bozyel divê demildest bê berdan.

Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK), Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK), Partiya Demokrata Kurdistanl li Bakur (PDK-Bakur) Pêlkurd û Tevgerê di daxûyaniyekê de ragihandn ku Cîgirê Serokê Giştî yê PSKê Bayram Bozyel divê demildest serbest bê berdan.

Parêzerê Bozyel Hesen Dagtekîn got; ew nizanin Bozyel ji ber çi hatiye desteserkirin, şêweyê desteserkina Bozyel, ne hiqûqî ye.