Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Siyasetmedarekî Kurd koça dawiyê kir

10:38 - 24 Çirriya pêşîn 2019

Kurdistanmedia: Sekreterê Partiya Demokrat a Pêşverû “Ebdulhemîd Hacî Derwîş” çû ber dilovaniya xwe.

Roja Pêncşemî Sekreterê Partiya Demokrat a Pêşverû “Ebdulhemîd Hacî Derwîş” di temenê 89 saliyê de li bajarê Qamişlo koça dawîyê kir.

“Ebdulhemîd Hacî Derwîş” Di sala 1936`an de, li gundê Geremaniyê ya ser bi navçeya Derbêsiyê a ser bi parêzgeha Hesekê ji dayîk bibû, û Xwendina Navendî li bajarê Şamê tewav kiribû.

Navbirî di sala 1957`an de, yek ji damezrênerên yekem ya Partiya Kurdî di Sûriyê de bû. Herwisa navbirî ji nifşê yekem yê siyasetmedarên Tevgera Siyasî ya Kurdî li Sûriyê bû.

Navbirî yek ji kevintirîn û sîyasetvanên Rojavayê Kurdistanê û herwisa sekretêrê Partîya Demokrat a Pêşvero ya Kurd li Sûriyê bû.