Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Sobhî Tufeylî: “Nesrullah û Xamineyî dibe bêne dadgehîkirin”

16:53 - 11 Tebax 2020

Yekimîn berpirsê Hizbullah a “Lubnan”ê ragihandiye ku “Hesen Nesrullah” û “Elî Xamineyî” dibe bêne dadgehîkirinê.

Roja Dûşemî, 10ê Tebaxê, yekimîn Berpirsê “Hizbullah a Lubnan”ê, “Subhî el Tufeylî” bi belavkirina Vidyoyekê gotinên xwe derheq rewşa Sûriyê û Lûbnanê de, rexneyên tund ji “Hesen Nesrullah” girtin û ragihand ku: “Nesrullah û rejîma Îran ê, sebebkarê vêranbûn û jinavçûna Lubnan û Sûriyê ne”.

Herwisa navbirî ragihand: “Berpirsê Hizbullahê servetir ji Serkomar, serokê meclîs û Serokwizir e, û ew sebebkarê bingehîn yê wan karesatane”.

Herwisa “Subhî el Tofeylî” tevî rexneyên tun ji “Elî Xamineyî” ragihand: “Xamineyî piştewanê bingehîn yê Hesen Nesrullah e”.

“Tofeylî” ku yek ji avakerê “Hizbullah a Lubnan”ê ye, ragihandiye ku: “Piştî sala 2000an, êdî Hizbullah wekî aliyekî girêdayê rejîma “Îran”ê, tenê çeka hemberî “Îsraîl”ê de nîne, belkî wê çekê, Sûriye wêran kiriye, wê çekê Îraq ji nan bir, wê çekê Lubnan kawil kir, wê çekê Beyrût teqand”.

Gotinên Berpirsê berê Yê “Hizbullah”ê, “Subhî el Tufeylî”, ku “Xamineyî”, sebebkarê alozîxistin û têkdan di cîhana “Îslam”ê de dizane, di demekê de ye ku niha, hemû cehdên rejîma “Îran”ê, bona alozîxistin di cîhanê û afirandina fitne û dijatî li nav cîhana “Îslam”ê û berfirehtir û tuntirkirina tundutîjî di cîhanê deye.