Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

SODEVê xelata xwe pêşkêşê Selahedîn Demirtaş kir

12:57 - 10 Kanûna Paşîn 2020

Kurdistanmedia: Binyata Sosyal Demokrat (SODEV), xelata xwe, bi navê xelata “Mafê Mirov, Demokrasî, Aşitî û Yêkitiyê”, pêşkêşî hevserokê berê yê HDPê, “Selahedîn Demirtaş” kir.

Pêka nûçeyên belavbûyî, Binyata Sosyal Demokrat (SODEV) ku ji sala 2001`an ve, ku her salê rêûresmekê bi navê xelata “Mafê Mirov, Demokrasî, Aşitî û Yeketîyê” birêve dibin, di îsal de, ew xelat bi hevserokê berê yê HDPê, “Selahedîn Demirtaş”, pêşkêş kir.

Şêwreya biryarder a Binyata Sosyal Demokrat “SODEV”ê, li ser mijara dana xelatê bi Selahedîn demirtaş got: “Hikûmeta desthilatdar ji rewşa aloza kûdetaya bê encam mifah vergirt û di 2`ê November a sala 2016`an de, Selahedîn Demirtaş, binçavkirin û bo girtîgehê veguhastin. Em wekî Binyata Sosyal Demokrat, Selahedîn Demirtaş ku heyama 3 sal û 2 mehin di girtîgehê de hepsiye, em wekî girtiyê siyasî nasdikin. Bi wî awayî, mafê sereke yê Dermirtaş ji aliyê sîstema desthilatdar ve hatiye standin, û bi hegera kiryarên Demirtaş yên wî di sala derbûyî de, li ser Mafê Mirov, Demokrasî, Aşitî û Yeketîyê ve, me berçav girtine û hêjayê wê xelatê dibînin.

Rêûresma pêşkêşkirina wê xekatê îro dê li Hotel Taqsîm Hîl (Taxim Hill) a Bajarê Îstanbolê de dê birêve here û xelata SODEV bi hevjîna Selahedîn Demirtaş, Başak Demirtaş, dê bê pêşkêşkirin.