Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şoreşa Xuzistanê berdewame û rejîm cinayeta diafirîne

13:26 - 23 Tîrmeh (Temûz) 2021

Şoreşa gelê Ereb li Başûra Îranê di 8emîn roja xwe de ye û pêl havêtine nava bajar û dewerên dinê û rejîm jî bi hemî awayekê cehdê dike ku dengê belengaziya xelkê Xuzistanê mat bike.

Şewa 22 yê Tîrmeha 2021an  li dehan bajar û dewerên bi armanca piştewanî ji şoreşa nerizayetiya gelê Erebê El Ehwazê, xwenîşandan û nerizayetî berdewam kir û gelek cihan xwenîşander rastî teqeya hêzên cinayetkare rejîmê hatin û çendîn kuştî û birîndar lê kevtin.

Xelkê bajarên Ehwaz, Sûsengird, abadan, Xuremşehr, Mahşehr, Alîguderz, Dizfûl, Mescid Soleyman, Şadigan, Şûş, Lordgan, û gelek bajêrokên dinê bi dijî rajîmê xwenîşandan berdewam kirin.

Li Parêzgeha Loristanê de jî xwenîşandan şewa derbas bûyî geheşte qonaxa şer û pevçunê ku bi sedema teqa hêzên rejîmê çendîn xortên Lor li Elîguderzê şehîd û birîndar bûn.

Lê tepeserî û êrîş û teqe ya rejîmê nikare şeqaman ji xwenîşanderan bide betalkirin û wan çavtirsandî bike.

Li zaf bajarên dinê ye îranê û Rojhilatê Kurdistanê jî xelkê bi dana dirûşan û kombûnên nerizayetiyê , piştewaniya xwe ji şoreş û nerizayetiya xelkê Xuzistanê dane xuya kirin Wekî: Tehran, Kerec, Isfehan, Meşhed, Kirmaşan û gelek cihên dinê.

8 Rojan berî niha xelkê Xuzistanê bi nîşana nerizayetî li hember bêaviya ku bi ser herêmên wan de hatî ku sebebkarê sereke jî rejîmê, dest bi xwenîşandanan kirine û heya niha jî berdewame.

Di heyamê wan 8 rojan de pitir ji 10 kesan ji aliyê rejîmê ve hatine kuştin, dehan kes birîndar bûne û sedan kes ji aliyê rejîmê ve hatine binçavkirin.