
Kurdistanmedia: Xwenîşandana xelkê Îraqê berdewam e û tepeserî û kuştinê nekariye wan bê deng bike.
Serhildan û şoreşa xelkê Îraqê hindî pêdiçe, berfirehtir dibe û li ser daxazên xwe xurtir dibin.
Di piraniya bajar û parêzgehên Şî`e yên Îraqê de xwenîşander xêncî daxaza xizmetguzariyan û ji nav birina gendeliyê ji dewleta Îraqê, giraniya siloganên serhildana wan bi dijî deshilat û nifûza rejîma Îranê di Îraqê de ye.
Li piraniya bajaran binke û sîxurxwanên rejîma Îranê hatine şevitandin.
Wêne û ala û nîşanên Îranê û rêberên rejîmê hatine ji nav birin û ji aliyê xelkê ve têne binpêkirin.
Li bajarê Kerbelayê ku rejîma Îranê bi bajarê xwe dizane, balysozxwana Îranê hate şevitandin.
Wêneyên Xumeynî û Xamineyî li her kîderê bin, hemû hatine peçan û dirandin.
Dijayetî û bêzariya xelkê Îraqê zêdetir li Îranê ye û sebebkarê hemû malvêraniya xwe rejîma Îranê dizanin.
Deshilatdarê Îranê jî baş haydarê vê yekê bûne, lewma daxwazê ji hikûmeta Îraqê dikin ku, binke û balyozxwanên Îranê û bi taybetî li Kerbelayê biparêzin.
Nûneratiya Netewên Yekgirtî li Iraqê duyemîn rapora xwe ya derheq xwenîşandanên wî welatî de belav kir û têde amaje bi berdewmiya binpêkirina mafên mirovan li Iraqê hatiye kirin û hatiye gotin, di dema 10 rojan de, 97 kes xwenîşander hatine kuştin. Û piraniya wan qurbaniyan ji aliyê Spaha Pasdaran ya terorîst ve hatine kuştin.