Saziya Spaha Pasdaran a terorîst a rejîma Îranê, bi armanca serkuta zêdetir a xelkê, 300 girûp di çarçoveya (Emir bi Meirûf û Nehyê ez Monker) bi rê xistin.
Roja Çarşemî 27ê Kanûna Paşîn, di kombûnekê de, pasdar “Hesen Hesenzade” ragihand: “Bi rêkxistina wan girûpan bo wê armancê ye ku, her kesek karek bona lawazkirina nîzamê bike, dê di hember de rawestin”.
Karbidestên wê Saziya leşkerî dane zanîn ku, her kesek bibe bi endamê wan girûpan, dê pere bi wan re bidin.
Piştî xwenîşandanên sala 1398an, rejîma Îranê bona tirsandina xelkê, dest bi avakirana navend û cihên leşkerî û ewlehiyê kir.
Spaha Pasdaran a terorîst ji bo tirsandina xelkê nerazî hertimî hewil dide ji hêzên Fatimyûn û yên biyanî yên wekî Hizbullaha Lubnanê mifahê werbigre û xelkê nerazî serkut bike. Spaha Pasdaran tev bûdceyê terxanê wan girûpan dike.