
Kurdistanmedia: Sapaha Pasdaran a terorîst a parêzgeha Xuzistanê bi awayekî bêşermane xelkê nerzaî yên xwenîşandana wê dawiyê di Îranê de bi tohmetên cuda desteser dike û wan bi (Erazêl û Oba) dide nasandin.
Pêka nûçeya ku Ajansa Nûçegihaniya Tesnîm a girêdayî Spaha Pasdaran a terorîs belavkiriye, Spaha Pasdaran a terorîst a parêzgeha Xuzistanê daye zanîn ku hejmarek li hevwelatiyên xelkê bajarê Mahşehrê binçav kiriye, ku di nav xenîşanderan de bi çekan hêzên Spahê kirine armancê gulleyê xwe.
Herwisa Spaha Pasdaran a terorîst bi bê şermane ew kesane bi (Erazêl û Obaş) daye naskirin û bi tohmetên cuda ew binçav kirine.
Weşana wê nûçeya Spaha Pasdaran a terorîst a parêzgeha Xuzistanê di demekê de ye ku, roja duşemî 2`ê Banemerê, Ajansa Nûçegihaniya “Reuters”ê di raporeke taybet de li zarê sê çavkaniyên Wezareta Navxwe a rejîma Îranê daye zanîn ku, Elî Xamineyî rêberê rejîma Îranê piştî çend roj serhildana xwenîşandanên seraserî yên Îranê, perîşan bûye û bi komkirina berpirsên paye bilind yên ewlehî û dewletî, ferman daye ku bo pêşîgirtina xwenîşanderan her karek hewce be bikin û pêşiya wan bigrin.
Herwisa Ajansa Nûçegihaniya “Reuters”ê daye zanîn ku di wê xwenîşandana wê dawiyê ya Îranê de bi giştî 1500 kes hatine kuştin.