Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Spaha Pasdaran a terorîst alavên şer bo Îraqê veguhastine

17:05 - 27 Kanûna pêşîn 2020

Spaha Pasdaran a terorîst mûşekên kurtbir û balafirên bêpîlot  bo Îraqê veguhatine ku mûşekên şandî yên hêza deryayiya Spaha Pasdaran in.

Roja Yekşemî 27ê Kanûna Pêşîn, rojnameya Kuwêytê ya bi navê “Elqebes” pêka çavkaniyên xwe ragihandiye ku Spaha Pasdaran tevî şandina balafirên bêpîlot yên berhema Îranê, mûşekên kurtbir yên cora “Areş” bo Îraqê veguhastine, balafirên bêpîlot li cihên ku ewlehiya bilind hene li parêzgehên başûrê Îraqê de têne parastin.

Pêka Rojnameya “Elqebes”, veguhastina mûşek û balafirên bêpîlot li 2 qonaxan de hatine kirin ku li despêkê de ji “Tehran”ê bo binkeya “Elkoser” a Spaha Quds li rojavayê bajarê “Ehwaz”ê hatine veguhastin û piştre bi rêya sînorî ya “Şelemçê” ve bo Îraqê hatine veguhastin.

Mûşek û balafirên bêpîlot ji aliyê milîsên girêdayê Spaha Quds a taya Spaha Pasdaran a terorîst in ku di binkeyên wan de têne parastin û herwisa ew kes çavdêriya paşkevta cibilxaneyê jî dikin.

Li ser wê mijarê Îsraîlê jî dabû xuya ku rejîma Îranê li Îraq û Yemenê de tevî balafirên bêpîlot û mûşekên ku ji dûr ve têne kontrolkirin, bi awayekî berfireh geşe bi şiyana xwe daye.