Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Spaha Pasdaran a terorîst, axa herêma Kurdistanê bombaran dike

17:17 - 10 Tîrmeh (Temûz) 2019

Kurdistanmedia: Spaha Pasdaran a terorîst, axa herêma Kurdêstanê, daye ber bombe û katiyûşaya, û ziyaneke zêde bi bax û zevî û jiyana xelkê deverê gihîştandiye.

Demjimêr 12`ê nîvro a roja Çarşemî, 19`ê Pûşperê, Spaha Pasdaran a terorîst, çiya û bilindahiya navbera bajarê “Pîranşar û Çoman” û herwisa bilindahiyên “Sîdekan û berbezînê” bombaran kir.

Îro demjimêr 12:10 çirke a nîvro, tobxaneya rejîma Îranê ji aliyê “Dol Meydan” ve devera Sîdekan, li gundê “Berbezîn, Dêrê, Dasniya, Telan, Bê Qepoşk û Dustana” bombaran kir, û di encama bambaranê de, li gundê “dêr” keçek temen 18 sale bi navê “Zeytûn Qadir” şehîd bû û Du birayê wê jî ên bi navên “Sîrwan Qadir” yê temen 23 salî û “Îsma`îl Qadir” yê temen 14 salî bi dijwar birîndar bû.

Di vê bombaran û katiyûşabaranê de, xesareke berçav ji jîngeha deverê gihîştandiye û agira daristan û rezên wê çiyayê, heya niha jî berdewam e.