Spaha Pasdaran a terorîst a rejîma Îranê bi balafirên bê pîlot û mûşekan êrîş kire ser binkeyên Hêza Pêşmerge li çiyayên Kurdistan.
Roja duşemî 3ê Tebax a 2020an, demjimêr 12ê nîvro bi dema Rojhilatê Kurdistanê, Spaha Pasdaran a terorîst a rejîma Îranê, bi balafirên bê pîlot û mûşekan êrîş kire ser binkeyên Hêza Pêşmergê Kurdistanê.
Di vê êrîşê de ku ji rêya balafirên bê pêlot û rakêtan ve binkeyên Hêza Pêşmerê Kurdistanê kirine armanca xwe û bi wê sedemê xisar gihîştiye binkeyeke Hêza Pêşmerge li çiyayên Kurdistanê.
Pêka zaniyariyan, Hêza Pêşmergê Kurdistanê di vê êrîşê de rastî ti ziyaneke canî nehatiye û bi xweşiye ve pêşmerge silamet in û tenê xisar gihaye binkeyeke Hêza Pêşmerge.