
Spaha Pasdaran a rejîma Îranê, binkeyekî mûşekên xwe eşkere kir û bi wê binkeya mûşekî manorê dide ku heçî cihekê bixwaze dujminên xwe yên wekî Amerîka û Îsraîilê bike armanc.
Ew binkeya mûşekî li 4ê Çirriya Paşîn, ji aliyê karbidestên Spaha pasdaran a terorîst ve hate eşkerekirin.
Pêka wan zaniyarên ku rejîma Îranê di wê derheqê de balav kirine, ew binkeya mûşekî dikare bi awayê lipeyhev anku regbar her cihekî bike armanc.
Armanca rejîmê ji eşkerekirina wê binkeya mûşekî, gefxwarin ji welatên deverê û bi taybet hêzên Amerîka di deverê de ye.
Rejîma Îranê bi berdewamî mêşekên corbecor yên xwe eşkere dike ku çi şiyanek hene û bas ji wê yekê jî dike ku dê li ser çalakiyên mûşekî berdewam be.
Wezareta Xezînedariya Amerîka heta niha hejmarek dorpêçên aborî bona hember bûn bi dijî bernameya mûşekên balistîk yên rejîma Îranê û çalakiyên têkder yên wê rejîmê li deverê, erê kirine.