Roja Înê 23`ê Cozerdan (12`ê Hezîran), Spaha Pasdaran a terorîst, çek û teqemeniyên giran yên wekî katiyûşa û top bo sînorê Bane û Şinoyê û herwisa deverên Sineyê veguhast.
Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, Spaha Pasdaran a terorîst wan çek û teqemeniyan di binkeyên xwe yên sînorî yên Rojhilatê Kurdistanê de cihgir dike.
Herwisa wê çavkaniyê got: “Avakirina binkeyên nû di sînorên Kurdistanê de pêka biryara Şêwreya Berevanî û operasiyonî ya Spaha terorîst di deverên rojavayê welat de tê encam dan.”
Wê çavkaniya agehdar eve jî got: “Ew kiryara Spaha Pasdaran a terorîst bo mîlîtarîzekirina Kurdistanê li hember çalakiyên Partiyên Kurd ên opozisiyon ên rejîma Îranê ye.”
Ji aliyek din ve jî, Fermandê Spaha “Beytûl Muqedes” a parêzgeha Sineyê, Sadiq Husênî, gotiye: “Spaha Pasdaran di çend rojên bê de, dê manoreke leşkerî di deverên Kurdistanê de bi rê ve bibe.”
Eve jî di halekê de ye ku Spaha Pasdaran a terorîst, bi hênceta hebûna hêzên Kurdî yên dijberê rejîmê di deverên Rojhilatê Kurdistanê de, wan manoran lidar bixin û dixwaze bi topbarankirin wan deveran, jîngeha Kurdistanê ji nav bibe û bişewitîne.
Di heyama salên derbasbûyî de, Spaha Pasdaran a terorîst bi awayekî berdewam û berfireh çek û teqemenî û alavên şer bo Kurdistanê şandiye.