Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Spaha Pasdaran a terorîst dest avêtiye bi topbarankirina Kurdistanê

13:54 - 16 Hezîran 2020

Roja Sêşemî, rêketa 27`ê Cozerdanê, deverên çiyayî yên Kurdistanê li sînorê di navbera Başûrê Kurdistanê û Rojhilatê Kurdistanê rastî kîna dubare ya hêzên Spaha Pasdaran a terorîst hatiye.

Di demjimêr 1 nîvro bi dema Rojhilatê Kurdistanê, hêzên Spaha Pasdaran a terorîst destkirine bi topbarankirina deverên çiyayî yên Kurdistanê, nemaze “Alane” ya ser bi Çomanê ya girêdayê Herêma Kurdistanê topbaran dikin.

Ji ziyanên canî û madî yên wê topbaranê ti zaniyariyeke hûr ji ber dest de nîne û dê zaniyariyên nû di vê derheqê de ji vê nûçeyê bêne zêdekirin.