Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Spaha Pasdaran a terorîst devera “Dizeya Dol”ê milîtarîze kiriye

17:56 - 29 Çirriya pêşîn 2020

Spaha Pasdaran a terorîst gundên devera “Dizeya Dol”ê ya ser bi bajarê Urmiyê milîtarîze kiriye û çiyayên wê deverê jî topbaran kiriye.

Spaha Pasdaran a terorîst bi hêceta hebûna Hêza Pêşmergê Kurdistanê li devera “Dizeya Dol”ê, ew dever milîtarîze kirine û çaş û pasdarên ser bi rejîmê di nav bax û rezên “Naznaz û Delo û Berdekeşk”ê de belav bûne û herwisa çiyayên gundê “Delo” jî topbaran kirine.

Spaha Pasdaran a terorîst duh û îro çendîn caran malbatên pêşmergên Kurdistanê gazî kirine û gef ji wan xwarine.

Spaha Pasdaran a terorîst bi hêceta hebûna Partiyên Kurd yên Opozîsyon yên dijberê rejîma Îranê, wan deveran mîlîtarîze dike û givaşan dêxe ser xelkê wan deveran.