Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Spaha Pasdaran a terorîst devera “Tirgewer” ya ser bi bajarê Urmiyê topbaran kir

15:52 - 14 Çirriya paşîn 2020

Roja Şemî 24ê Xezelwerê Spaha Pasdaran a terorîst li sêrêya yê bi nav “Çarde Şehîd” a devera Tirgewer, çiyayên vê deverê û geliyê “Berereş” topbaran kirin.

Pêka zaniyariyan Spaha Pasdaran hêzêke zêde bo vê deverê birine û ew dever bi tewawî mîlîtarîze kirine û di heman demê de bi awayekî tund çiyayên vê deverê topbaran kiriye.

Roja Înê 23ê Xezelwerê 5 kes ji hêzên leşkerî yên rejîma Îranê di devera Tirgewer ya ser bi bajarê Urmiyê di şer û pevçûnekê de  hatine kuştin û birîndarkirin.

Fermandê Sînorparêz ê rejîmê di parêzgeha Urmiyê de di vê derheqê de ragehandiye: “Demjmêr nêzî duyê nîvro bi sedema şer û pevçûn digel hejmarek ji çekdaran, sê kes li hêzên “Henga Sînorî” hatine kuştin û du kes jî birîndar bûne.

Di vê derheqê de rûniştiyên wê deverê bas ji wê hind dikin ku ti yek ji Partên dijberî Îranê di wê deverê de nîne û egera wê yekê heye ku şer û pevçûn di nevbera xwedî hêzên rejîme de hatibe gorê.