
Rejîma dagîrker ya Îslamî ya Îranê, di berdewiya destdirêjiyên xwe de dîsan deverên çiyayî yên Kurdistanê topbaran dike.
Îro Pêncşemî rêketa 8`ê Xezelwerê ya 1399`an a Rojî, bo careke din binkeyên leşkerî yên rejîma terorîstî yên Îranê, deverên çiyayî yên Herêma Kurdistanê topbaran kir.
Rejîma Îranê bilî topbarana deverên çiyayî yên Kurdistanê, bi balafiran bilindahiya “Telan” a Herêma Kurdistanê bi rakêtan kiriye armanca xwe.
Pêka zaniyariyan, rejîma Îranê devera “Berbizîn” a ser bi Herêma Kurdistanê topbaran dike û ew topbarane li demjimêr 11 û 40 xûlek bi dema Hewlêrê dest pêkiriye.
Ev nûçeye dê bête nûkirin.